Bab L ( l amelîf / elîflam ) : Dîwana Melayê Cizîrî
94. Îro ji derba xencerê :
______________________
Îro ji derba xencerê
Lazim biêþan î Mela
Teþbîhê zulfa dilberê
Zanim perîþan î Mela
Zanim perîþan î ji dil
Bêhed biêþan î ji dil
Teþbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela
Bi l-lah çi teb'et adem î
Yekser dibêm yek 'alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela
Ya reb çi wê mihnetkeþ î
Ser ta qedem têk ateþ î
Mecrûhê qewsê tûzreþ î
Lew dil bi peykan î Mela
Zanim ji 'iþqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
Îro li mahê xergeh î
Teþbîhê seywan î Mela
Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kiþandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela
Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela
Bê mirwetê dil heriþand
Teþbîhê þîþê lê kiþand
Ker kir ceger xwê lê reþand
Ateþ li ser danî Mela
Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me d'perdeya vê xergehê
Xef kir çi 'Umman î Mela
Îro li 'umrê xwey telef
Bê þahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peþîman î Mela
Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
Þehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela
Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Le'la Bedexþan î Mela
Pir le'l û dur te j' kilkê 'iþq
Anîne nezma silkê 'iþq
Der berr û behrê mulkê 'iþq
Me'lûm e xaqan î Mela
Bêhed li qelb-i þubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweþ nîne mey
Emma bi þîranî Mela
Minnet ji tali' her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
Îro Suleyman î Mela
Ew herdu le'l û herdu weþm
Geh geh bi naz û geh bi xeþm
Ew bejn û bala hate çeþm
Me d'seyrê rûhanî Mela
Melayê Cizîrî
******
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6144 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |