Bab L ( l amelîf / elîflam ) : Dîwana Melayê Cizîrî 94. Îro ji derba xencerê : ______________________ Îro ji derba xencerê Lazim biêþan î Mela Teþbîhê zulfa dilberê Zanim perîþan î Mela Zanim perîþan î ji dil Bêhed biêþan î ji dil Teþbîhê biryan î ji dil Bi l-lah ne insan î Mela Bi l-lah çi teb'et adem î Yekser dibêm yek 'alem î Deryayê Qaf û Qelzum î Yan çerx-i gerdan î Mela Ya reb çi wê mihnetkeþ î Ser ta qedem têk ateþ î Mecrûhê qewsê tûzreþ î Lew dil bi peykan î Mela Zanim ji 'iþqê dojeh î Behrek ji narê asih î Îro li mahê xergeh î Teþbîhê seywan î Mela Ev sîneya wek nay û ney Pir lê kiþandin dax û key Hê dil bi naehlan didey Ya reb çi nadan î Mela Durdaneya dêmgewher e Ayîneya Eskender e Bê mirwetê dil kir ker e Mecrûhê xalan î Mela Bê mirwetê dil heriþand Teþbîhê þîþê lê kiþand Ker kir ceger xwê lê reþand Ateþ li ser danî Mela Narê ji rengê dojehê Husn û cemala wê mehê Me d'perdeya vê xergehê Xef kir çi 'Umman î Mela Îro li 'umrê xwey telef Bê þahid û cama sedef Bê çeng û saz û nay û def Zanim peþîman î Mela Zanim te kohê Tor e dil Lew her bi nar û nûr e dil Þehkaseya ferfûr e dil Lew mest û sekran î Mela Her sîne tabê natemam Napuxte xam bê mihr û cam Xerqên di xwîna dil medam Le'la Bedexþan î Mela Pir le'l û dur te j' kilkê 'iþq Anîne nezma silkê 'iþq Der berr û behrê mulkê 'iþq Me'lûm e xaqan î Mela Bêhed li qelb-i þubhê ney Cewra te danîn dax û key Lew bêhemel xweþ nîne mey Emma bi þîranî Mela Minnet ji tali' her ji bext Asif bi text û bext û rext Belqîs ewî anî bi wext Îro Suleyman î Mela Ew herdu le'l û herdu weþm Geh geh bi naz û geh bi xeþm Ew bejn û bala hate çeþm Me d'seyrê rûhanî Mela Melayê Cizîrî ****** |