Bab T ( tê ) : Dîwana Melayê Cizîrî
14. Nêrgizên þeng-i di mest in çep û rast :
_________________________________
Nêrgizên þeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast
Rast û çep tên ceger û sîne kulab
‘Er‘erên þeng-i di mest in çep û rast
Tûx û ‘ala ko xwiya bûn ji ‘ecem
‘Ereban tîp-i þikestin çep û rast
Ber vi þerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast
Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast
Herdu destên xwe hemail þevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast
Ve Melê sirperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast
*****
19. Ewwel ko yarê da me yek zerreyek ‘inayet :
______________________________
Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet
Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet
Husn û cemala canan nadêritin tu payan
Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet
Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra
Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet
'Arif heta nenoþî ji destê meyfiroþî
Xaib nebû ji hiþî peyda nekir wilayet
Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet
'Iþqê ji herdu çeþman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet
Þaki s-silahi herdem bi kuþtina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim þikayet
Cama di destê þahid jengê ji dil diþûtin
Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet
Etwarê 'iþq û mestî esrar-i butperestî
Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet
Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn dibexþit
'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin dirayet
Mîrî yû padiþahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet
*****
20. ‘Er‘erxerama bi qedd û qamet :
______________________________
‘Er‘erxerama bi qedd û qamet
Yek bûse da me bi sed qiyamet
Yek bûse bexþî ewwel bi ihsan
Axir li min kir curm û xeramet
Ji jeng û zerqê dil da biþûtin
Cama sedef bên rend û keramet
Ji herdu çeþmên tey mest û xwînrîz
Nûra du çeþman kê dî selamet
Li derd û êþan peykan û nîþan
Me ji herdu çeþman kifþ in ‘elamet
Riswayê ‘iþqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet
Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber
Dema xwiya bin ew qedd û qamet
Da ‘eybê rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmin biha tesamet
Mela li ‘umrê bêfeyde borî
Kêþa bi zor an qehr û nedamet
Melayê Cizîrî
*****
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6655 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |