PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab T ( tê ) : Dîwana Melayê Cizîrî


14. Nêrgizên þeng-i di mest in çep û rast :
_________________________________


Nêrgizên þeng-i di mest in çep û rast
Saqiyan cam-i di dest in çep û rast

Rast û çep tên ceger û sîne kulab
‘Er‘erên þeng-i di mest in çep û rast

Tûx û ‘ala ko xwiya bûn ji ‘ecem
‘Ereban tîp-i þikestin çep û rast

Ber vi þerqê di seher westayî yin
Hindûyên roji-perest in çep û rast

Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast

Herdu destên xwe hemail þevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast

Ve Melê sirperiya horîsifet
Sed melek dest-i bi dest in çep û rast


*****



19. Ewwel ko yarê da me yek zerreyek ‘inayet :
______________________________


Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet
Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet

Husn û cemala canan nadêritin tu payan
Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet

Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra
Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet

'Arif heta nenoþî ji destê meyfiroþî
Xaib nebû ji hiþî peyda nekir wilayet

Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet

'Iþqê ji herdu çeþman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet

Þaki s-silahi herdem bi kuþtina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim þikayet

Cama di destê þahid jengê ji dil diþûtin
Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet

Etwarê 'iþq û mestî esrar-i butperestî
Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet

Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn dibexþit
'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin dirayet

Mîrî yû padiþahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet



*****


20. ‘Er‘erxerama bi qedd û qamet :
______________________________


‘Er‘erxerama bi qedd û qamet
Yek bûse da me bi sed qiyamet

Yek bûse bexþî ewwel bi ihsan
Axir li min kir curm û xeramet

Ji jeng û zerqê dil da biþûtin
Cama sedef bên rend û keramet

Ji herdu çeþmên tey mest û xwînrîz
Nûra du çeþman kê dî selamet

Li derd û êþan peykan û nîþan
Me ji herdu çeþman kifþ in ‘elamet

Riswayê ‘iþqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet

Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber
Dema xwiya bin ew qedd û qamet

Da ‘eybê rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmin biha tesamet

Mela li ‘umrê bêfeyde borî
Kêþa bi zor an qehr û nedamet



Melayê Cizîrî



*****