Roviyê & THORN; êr
 
 
 
 
  Hebû tunebû, Þêrek hebû. Rojekê ji  rojan, dîna xwe dayê ku wa ye roviyek ji hember ve tê. Lê roviyekî jar û  belengaz û pirç weþiyayî bû. Þêrî jê pitrsî:
 -Rovî ma xêr e, çima tu wilo  belengaz bûyî û pirça te weþiyaye?  
  
 Rovî got:
 -Ey serwerê lawiran, îsal  dijwar bi ser min de hat û ez wilo þepirze bûm.  
  
 Þêrî got:
 -Gelo ma tu çi dibêjî ku ez  te têr bikim?  
  
 Rovî got:
 -Ma tiþtekî ji vê çêtir  heye ku ez vê sala han têr bixwim.  
  
 Þêrî got:
 -Bimeyzîne, çi pirsa ku ez  ji te bikim, cewabê li min vegerrîne.  
  
 Rovî got:
 -Beþ e, ezbenî.  
  
 Þêrî got:
 -Çavên min çawa  ne?  
  
 Rovî got:
 -Çavên te çavên Þêran  in.  
  
 Þêrî got:
 -Pirça min çawa  ye?  
  
 Rovî got:
 -Muyên te wekî singên di  zirhan pîj in.  
  
 Þêrî got:
 -Serê min çawa  ye?  
  
 Rovî got:
 -Serê te serê qahremana  ye.  
  
 Þêrî got:
 -Lepên min çawa  ne?  
  
 Rovî got:
 -Lepên te lepên þêran  in.  
  
 Þêrî got:
 -De rabe bide pey  min.  
  
 Rovî da pey þêrî, çûn çûn, gîhane  mêrgeke wekî mêrga Selekûnê. Malûm e, ku hesp û hêstirên hesinan tê de ne. Þêrî  bergîlek ji yên qelew raçav kir û lepek lê da, ji rovî re kire kerma goþtî û  gote rovî:
 -De vê carê rabe bixwe û rûnê bixwe. Her çi cara ku tu birçî bibî,  bi ser min de were.  
  
 Rovî jî kete ser goþtî û têra xwe  xwar.  
  
 Rojekê, duduyan, sisêyan, heta ku zikê  rovî nepixî, ew qelew bû û çavên wî sor bûn.  
  
 Rojekê dît ku va ye roviyek ber bi wî de  tê. Ew jî wekî wextê wî yê berê jar û reben e û belkê jê jî belengaztir e. Jê re  got:
 -Bira, tu çima wilo belengaz î?  
  
 Rovîyê jar jê re got:
 -Bira, ma tu  nizanî ku îsal sala xelayê ye. Roviyê çavsor jê re got:
 -Kuro bala xwe bide  min, çi pirsa ku ez ji te bikim, tu li min vegerrîne, ez ê zikê te têr  bikim.  
  
 Roviyê jar got:
 -Baþ e,  ezbenî.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Çavên min çawa  ne?  
  
 Roviyê jar got:
 -Çavên te, çavên  roviya ne.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Na bira, wilo  mebêje.  
  
 Got:
 -Lê bêjim çi?  
  
 Roviyê çavsor rabû ew tiþtên ku wî ji  þêrî re gotibûn hemî fêrî roviyê jar kirin û got:
 -A bi vî awayî  bêje.  
  
 Roviyê jar got:
 -Baþ e,  ezbenî.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Çavên min çawa  ne?  
  
 Rovîyê jar got:
 -Çavên te çavên þêran  in.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Pûrta min çawa  ye?  
  
 Rovîyê jar got:
 -Muyên te wekî singên  di zirhan pîj in.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Serê min çawa  ye?  
  
 Rovîyê jar got:
 -Serê te serê  qahremana ye.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -Lepên min çawa  ne?  
  
 Rovîyê jar got:
 -Lepên te lepên þêran  in.  
  
 Roviyê çavsor got:
 -De rabe bide pey  min.  
  
 Rovîyê jar da pey Roviyê çavsor, çûn  çûn, gîhane mêrgekê. Rovîyê çavsor bergîlek ji yên qelew raçav kir, xwe zer kire  paþiya wî û lepek lê da. Wî got qey ew jî wekî þêrî wê bergîlê bavêje erdê. Lê  ne wilo derket. Bergîlî hema pihînek li nava çavên rovî da, ew li erdê dirêj  kir. Roviyê jar, tirsiya, xwe bi dûr xist û got:
 -Welle, bira, min dizanî ku  tu ne þêr î, lê te xwe li ber çavên min dikire þêr. Min jî bi hêviya çêniyek  qoþt, digot, »Belê!«.  
  
 
  Çîroka min li diyaran,
 rehme li dê û  bavê guhdaran,
 ji bilî fesadên ber dîwaran. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-24 (4889 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |