PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Roviyê & THORN; êr


Hebû tunebû, Þêrek hebû. Rojekê ji rojan, dîna xwe dayê ku wa ye roviyek ji hember ve tê. Lê roviyekî jar û belengaz û pirç weþiyayî bû. Þêrî jê pitrsî:
-Rovî ma xêr e, çima tu wilo belengaz bûyî û pirça te weþiyaye?

Rovî got:
-Ey serwerê lawiran, îsal dijwar bi ser min de hat û ez wilo þepirze bûm.

Þêrî got:
-Gelo ma tu çi dibêjî ku ez te têr bikim?

Rovî got:
-Ma tiþtekî ji vê çêtir heye ku ez vê sala han têr bixwim.

Þêrî got:
-Bimeyzîne, çi pirsa ku ez ji te bikim, cewabê li min vegerrîne.

Rovî got:
-Beþ e, ezbenî.

Þêrî got:
-Çavên min çawa ne?

Rovî got:
-Çavên te çavên Þêran in.

Þêrî got:
-Pirça min çawa ye?

Rovî got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.

Þêrî got:
-Serê min çawa ye?

Rovî got:
-Serê te serê qahremana ye.

Þêrî got:
-Lepên min çawa ne?

Rovî got:
-Lepên te lepên þêran in.

Þêrî got:
-De rabe bide pey min.

Rovî da pey þêrî, çûn çûn, gîhane mêrgeke wekî mêrga Selekûnê. Malûm e, ku hesp û hêstirên hesinan tê de ne. Þêrî bergîlek ji yên qelew raçav kir û lepek lê da, ji rovî re kire kerma goþtî û gote rovî:
-De vê carê rabe bixwe û rûnê bixwe. Her çi cara ku tu birçî bibî, bi ser min de were.

Rovî jî kete ser goþtî û têra xwe xwar.

Rojekê, duduyan, sisêyan, heta ku zikê rovî nepixî, ew qelew bû û çavên wî sor bûn.

Rojekê dît ku va ye roviyek ber bi wî de tê. Ew jî wekî wextê wî yê berê jar û reben e û belkê jê jî belengaztir e. Jê re got:
-Bira, tu çima wilo belengaz î?

Rovîyê jar jê re got:
-Bira, ma tu nizanî ku îsal sala xelayê ye. Roviyê çavsor jê re got:
-Kuro bala xwe bide min, çi pirsa ku ez ji te bikim, tu li min vegerrîne, ez ê zikê te têr bikim.

Roviyê jar got:
-Baþ e, ezbenî.

Roviyê çavsor got:
-Çavên min çawa ne?

Roviyê jar got:
-Çavên te, çavên roviya ne.

Roviyê çavsor got:
-Na bira, wilo mebêje.

Got:
-Lê bêjim çi?

Roviyê çavsor rabû ew tiþtên ku wî ji þêrî re gotibûn hemî fêrî roviyê jar kirin û got:
-A bi vî awayî bêje.

Roviyê jar got:
-Baþ e, ezbenî.

Roviyê çavsor got:
-Çavên min çawa ne?

Rovîyê jar got:
-Çavên te çavên þêran in.

Roviyê çavsor got:
-Pûrta min çawa ye?

Rovîyê jar got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.

Roviyê çavsor got:
-Serê min çawa ye?

Rovîyê jar got:
-Serê te serê qahremana ye.

Roviyê çavsor got:
-Lepên min çawa ne?

Rovîyê jar got:
-Lepên te lepên þêran in.

Roviyê çavsor got:
-De rabe bide pey min.

Rovîyê jar da pey Roviyê çavsor, çûn çûn, gîhane mêrgekê. Rovîyê çavsor bergîlek ji yên qelew raçav kir, xwe zer kire paþiya wî û lepek lê da. Wî got qey ew jî wekî þêrî wê bergîlê bavêje erdê. Lê ne wilo derket. Bergîlî hema pihînek li nava çavên rovî da, ew li erdê dirêj kir. Roviyê jar, tirsiya, xwe bi dûr xist û got:
-Welle, bira, min dizanî ku tu ne þêr î, lê te xwe li ber çavên min dikire þêr. Min jî bi hêviya çêniyek qoþt, digot, »Belê!«.


Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.