XANIMEK JI ÞAMÊ
Di dûkêla çixarên çaverêyan re..
di bêriya çavên rêvingan re
di roniya stêrên esmanê þamê re,
di awriyên herdû çavên þevistanî re
te ez birim û birim
bêy ku em hevdû nasbikin
bêy ku em bizanîbin, ka me çi ji hevdû divê
bi bejna te ve, ez çûm û çûm
gehiyam zinarên sîngê te
gehiyam mihraba çavên te
li wir, ahoramezda li min xeyîdî
li min heytand û min ne got tobe
çawa tobe bikim û dilê min,
mîna gevokek sipî li esmanê te,
bi dû çengên þikestî þiya bifire !
Hû þamiyê...
min bihîst pist pista te
têgehiþtim awriyên te
lêbelê, ji mêj we re
baweriya min bi pistpistê, bi awriyan, bi soz û peymanên Erebî nahê
ji mêj we re....di neqeba me de birînek e
û li herdû rexên birîn ê tirajîdiyek nejbîre.
Hû þamiyê..
mîna perwanê,
di bazinê agirê evîna min de diçî û dihêy
lê, eve ez çûm û ez ewim yê ku herdem diçe
û
ne veger e.
SEBRÎ SILÊVANÎ
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-18 (4753 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |