XANIMEK JI ÞAMÊ Di dûkêla çixarên çaverêyan re.. di bêriya çavên rêvingan re di roniya stêrên esmanê þamê re, di awriyên herdû çavên þevistanî re te ez birim û birim bêy ku em hevdû nasbikin bêy ku em bizanîbin, ka me çi ji hevdû divê bi bejna te ve, ez çûm û çûm gehiyam zinarên sîngê te gehiyam mihraba çavên te li wir, ahoramezda li min xeyîdî li min heytand û min ne got tobe çawa tobe bikim û dilê min, mîna gevokek sipî li esmanê te, bi dû çengên þikestî þiya bifire ! Hû þamiyê... min bihîst pist pista te têgehiþtim awriyên te lêbelê, ji mêj we re baweriya min bi pistpistê, bi awriyan, bi soz û peymanên Erebî nahê ji mêj we re....di neqeba me de birînek e û li herdû rexên birîn ê tirajîdiyek nejbîre. Hû þamiyê.. mîna perwanê, di bazinê agirê evîna min de diçî û dihêy lê, eve ez çûm û ez ewim yê ku herdem diçe û ne veger e. SEBRÎ SILÊVANÎ |