EVÎNA DIL
EVÎNA DIL
Evîna dil, te dil kirye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heþtê, ji nûve bûm evîndar
Diran û çav û dil pêkve þikestin
Û porê min sipî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dipî pîr
Ji bona min nema hêjan e her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê dinav pencên gurê har
Cihan pêkve di çavê min de xweþ bû
Niha, pîr im, di çavê min de bû sar
Þeva reþ pej vedane, hate ser min
Ku roja min liber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar
Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ne zengo û ne hevsar
Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim
Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar ?
Ketim heþtê û serjêr bûme deþtê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha ez bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz
Dinalim ez wekî Hirçê birîndar
Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hiþyar ...!
Stockholm 18.6.1980
Cigerxwîn
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (6263 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |