PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EVÎNA DIL






EVÎNA DIL

Evîna dil, te dil kirye birîndar

Bihara min, hemî zer bûn gul û dar


Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik

Ketim heþtê, ji nûve bûm evîndar


Diran û çav û dil pêkve þikestin

Û porê min sipî bûye bi yek car


Bi her çaran dibî xort û dipî pîr

Ji bona min nema hêjan e her çar


Nezanim ez, digel jînê dibazim

Weke berxê dinav pencên gurê har


Cihan pêkve di çavê min de xweþ bû

Niha, pîr im, di çavê min de bû sar


Þeva reþ pej vedane, hate ser min

Ku roja min liber ava ye, êvar


Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm

Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar


Evîna min wekî hespê çeleng e

Revandim ez, ne zengo û ne hevsar


Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim

Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar ?


Ketim heþtê û serjêr bûme deþtê

Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...


Berê rengê pilingan ez bi saw bûm

Ji ber xapan, niha ez bûme keftar


Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz

Dinalim ez wekî Hirçê birîndar


Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje

Bese kurdo, ji xew rabe tu hiþyar ...!




Stockholm 18.6.1980

Cigerxwîn



Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !