SERXWEBŪNA MIRĪŽKAN
SERXWEBŪNA MIRĪŽKAN
Li welatź me xerza,
Dīkek hebū žareza.
Rokź ēū nav dīka,
Ji wan re go hźdīka:
Rabin bźjin mirīžkan,
Bes xwe bidin enīžkan.
Dīk ū mirīžk būne kom,
Berź xwe dane cem būm.
Ležker tev būne lek,
Hin ēeleng ū hin kulek.
Berź xwe dane ēolź,
Tevlī koē ū tev źlź.
Teyra di ko nagehan,
Hatī ležkerkī giran.
Tevde firīn ji malan,
Berź xwe dane balan.
Ew jī li hev būne kom,
Yekī rabū gote būm;
Ey padīžahź teyran,
Wey serbilindź Tūran,
Rabe ser xwe tu mīro,
Ji bo me bźje īro;
Ev ležkerź bź jimar,
Gelo heye jź zirar.
Būm kenī ū gote wan;
Bakin bazź pehlewan.
Hudhud rabū serferaz,
Wī ēū bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazī,
Žeh te īro dixwazī.
Baz ēū cem žeh li banī,
Destź xwe l“ser hev danī.
Go ey xwendekarź min,
Zū li min ke barź min,
Būm gote bazź xwīnxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazī rabū weke žźr,
Firek da xwe hate jźr,
Bazź terī bi rźžī,
Hate cem dīkź pźžī,
Destź wī girt ū hejand,
Nitqek jź re dirijand.
Olan sen nerelīsen?
Go em xelkź bedlīs in.
Sizin būrde ne īž war?
Dīk xeyidī lź da dar.
Bazī žehda xwe anī,
Dīk jī darź xwe danī.
Go bi zor ū bi gazin,
Em heqź xwe dixwazin.
Baz go kī ye serležker?
Go tu nizanī ey ker,
Ez im paža ez im mīr,
Ez im žahź cihangīr.
Bazī ēū cem dīkź dī,
Dī ko ew jī wekeī wī.
Tevan go paža ū mīr,
Kesī ne go ez wezīr.
Nefer būne yūzbažī,
Heta giha ź pažī.
Bazī rabū ēū banī,
Li ber destź būm danī.
Tilūr tev lź būne kom,
Qale ya ey-yūhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divźn istiqlala xwe.
Būm go bazź dilawer,
Gelo kī ye serležker.
Go tev paža ū mīr in;
Bź wezīr ū gizīr in;
Bū hźdī rabū ser xwe,
Taca xwe da serź xwe.
Go bi taca serź min,
Kes nīne hemberź min.
Rabin wek pehlewana,
Dź em herin ser wana.
Hatin teyrźn dubirak,
Bakirin kund ū qirak.
Go hon werin binźrin,
Ka em īro ēi mźr in,
Dīka xwe da enīžka,
Bū qidqida mirīžka.
Go fermana we rabū,
Koma we j` hev bela bū.
Ź ko kužtin ź ko man;
Hatin gundan bź goman.
Wan jī weke me kurdan,
Destź xwe j` ber xwe berdan.
Elok ū tūtik ū qaz,
Tź de būne belengaz.
Tev de ketin koxź rź,
Ēīroka me ji we re xwež.
Wek seydayź Cegerxwīn,
Hemī būne dilbirīn.
Cegerxwin
1903 - 22. 10. 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2004-07-03 (6502 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |