PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SERXWEBÛNA MIRÎÞKAN







SERXWEBÛNA MIRÎÞKAN


Li welatê me xerza,

Dîkek hebû þareza.

Rokê çû nav dîka,

Ji wan re go hêdîka:

Rabin bêjin mirîþkan,

Bes xwe bidin enîþkan.

Dîk û mirîþk bûne kom,

Berê xwe dane cem bûm.

Leþker tev bûne lek,

Hin çeleng û hin kulek.

Berê xwe dane çolê,

Tevlî koç û tev êlê.

Teyra di ko nagehan,

Hatî leþkerkî giran.

Tevde firîn ji malan,

Berê xwe dane balan.

Ew jî li hev bûne kom,

Yekî rabû gote bûm;

Ey padîþahê teyran,

Wey serbilindê Tûran,

Rabe ser xwe tu mîro,

Ji bo me bêje îro;

Ev leþkerê bê jimar,

Gelo heye jê zirar.

Bûm kenî û gote wan;

Bakin bazê pehlewan.

Hudhud rabû serferaz,

Wî çû bi lez gote baz;

Go rabe ey tu bazî,

Þeh te îro dixwazî.

Baz çû cem þeh li banî,

Destê xwe l´ser hev danî.

Go ey xwendekarê min,

Zû li min ke barê min,

Bûm gote bazê xwînxwar,

Bi lez rabe here xwar.

Bazî rabû weke þêr,

Firek da xwe hate jêr,

Bazê terî bi rêþî,

Hate cem dîkê pêþî,

Destê wî girt û hejand,

Nitqek jê re dirijand.

Olan sen nerelîsen?

Go em xelkê bedlîs in.

Sizin bûrde ne îþ war?

Dîk xeyidî lê da dar.

Bazî þehda xwe anî,

Dîk jî darê xwe danî.

Go bi zor û bi gazin,

Em heqê xwe dixwazin.

Baz go kî ye serleþker?

Go tu nizanî ey ker,

Ez im paþa ez im mîr,

Ez im þahê cihangîr.

Bazî çû cem dîkê dî,

Dî ko ew jî wekeî wî.

Tevan go paþa û mîr,

Kesî ne go ez wezîr.

Nefer bûne yûzbaþî,

Heta giha ê paþî.

Bazî rabû çû banî,

Li ber destê bûm danî.

Tilûr tev lê bûne kom,

Qale ya ey-yûhel qewm.

Ev hatine ji mala xwe,

Divên istiqlala xwe.

Bûm go bazê dilawer,

Gelo kî ye serleþker.


Go tev paþa û mîr in;

Bê wezîr û gizîr in;

Bû hêdî rabû ser xwe,

Taca xwe da serê xwe.

Go bi taca serê min,

Kes nîne hemberê min.

Rabin wek pehlewana,

Dê em herin ser wana.

Hatin teyrên dubirak,

Bakirin kund û qirak.

Go hon werin binêrin,

Ka em îro çi mêr in,

Dîka xwe da enîþka,

Bû qidqida mirîþka.

Go fermana we rabû,

Koma we j` hev bela bû.

Ê ko kuþtin ê ko man;

Hatin gundan bê goman.

Wan jî weke me kurdan,

Destê xwe j` ber xwe berdan.

Elok û tûtik û qaz,

Tê de bûne belengaz.

Tev de ketin koxê rê,

Çîroka me ji we re xweþ.

Wek seydayê Cegerxwîn,

Hemî bûne dilbirîn.




Cegerxwin

1903 - 22. 10. 1984




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !