SOPA GEL
Kurdê bindest û jar
Ê her li ser saxa kî ye
Her dem bi fîxan û hewar
Dîl û xizan û bircî ye
Nasname xwîn û girtin e
Ya kocberî ya sotin e
Berx e di sîn û sahîyê
Serjêkirin para wî ye
Tîrk jêr dibêjin tirkê cîya
Ereb dibên ew noker e
Faris dibêjin em yek in
Ferqa me û we j´hev ci ye
Mafê mîrovatî nema
Zîndan û lêdan e hema
Tim qirkirin her tevkujî
Navê welat jî kustîye
Zordar li ser xeddar dibê
Hingî dicê dijwar dibê
Wek seh bi xwînê har dibê
Qe b´tistekî îqrar nniye
Bêdîn digel kûfrek giran
Rabune ceng û berxwedan
Parek ji karê wan gel e
Piska mezin tolazî ye
Derdê herî mestir ev a
Ku daye ser derda teva
Hehci dibê ez mûmîn im
Ê jar ji wî bêhêvî ye
Lewra li wî nabe xwedî
Bi dev neyar ve berdidî
Dîn cewt dibê haho gidî
Wel ba nehaq cih girtî ye
Navê te serhildan e qey
Ya ceng û jan e qey
Ya raperîn û jan e qey
Doza te tim azadî ye
Qey berxwedan û ra e tu
Ya soresa cekdar e tu
Ya dijberê xwînxware e tu
Ew cend li te derd bari ye
Heyfa Huseyn im ya Xuda
Kon min li Kurdistan veda
Nêta dilê min têk neda
Nêta dilê min safî ye
Mem bendawarê Zîn ez im
Neviyê Selaheddîn ez im
soresgerê Hittîn ez im
Xaco mi ew daxisi ye
Cihan hemî l´benda min e
Disâ wekî cara din e
Ger kurd neyê care tine
Dîrok bi rindî xwendi ye
Himê li ser latê ez im
Disâ wekî cara din e
Ger kurd neyê care tine
Dîrok bi rindî xwndi ye
Ez soresa sêx Seîd
Sebra dilê mala sehîd
Merd im li meydanê egît
Sewra Bedî´ û Qazî ye
Pêta ji arê sor ez im
Dengê biruska mor ez im
Bendê Xudayê jor ez im
Ev soresa Berzanî ye
Rustem kurê Zalê ez im
Serkeft di vê qalê ez im
Dijmin dixê halê ez im
Ev berxwedana dawî ye
Bazê li nêcîrê ez im
sêrê di zincîrê ez im
Tûjayiya tîrê ez im
Dijmin ji trsa mirdi ye
Mêrê li Hemrînê ez im
Agir di benzînê ez im
Azadiyê jînê ez im
Mirina birêz sehnazî ye
Lesker ji bo dozê ez im
Amadeyê sozê ez im
Ruzgarkerê bozê ez im
Ev ne ken û laqerdî ye
Kufr û sîtem zêr û zeber
Rista xuda hakim li ser
Ala me kesk û sor û zer
Allahû ekber nîvsi ye
Mizgîn li we xusk û bira
Rakin hemi hûr û gira
Seyda xwe kir mûm û cira
Hercî neyê posmanî ye
Re Nas 72:
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-05-15 (4750 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |