PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SOPA GEL


Kurdê bindest û jar
Ê her li ser saxa kî ye
Her dem bi fîxan û hewar
Dîl û xizan û bircî ye

Nasname xwîn û girtin e
Ya kocberî ya sotin e
Berx e di sîn û sahîyê
Serjêkirin para wî ye

Tîrk jêr dibêjin tirkê cîya
Ereb dibên ew noker e
Faris dibêjin em yek in
Ferqa me û we j´hev ci ye

Mafê mîrovatî nema
Zîndan û lêdan e hema
Tim qirkirin her tevkujî
Navê welat jî kustîye

Zordar li ser xeddar dibê
Hingî dicê dijwar dibê
Wek seh bi xwînê har dibê
Qe b´tistekî îqrar nniye

Bêdîn digel kûfrek giran
Rabune ceng û berxwedan
Parek ji karê wan gel e
Piska mezin tolazî ye

Derdê herî mestir ev a
Ku daye ser derda teva
Hehci dibê ez mûmîn im
Ê jar ji wî bêhêvî ye

Lewra li wî nabe xwedî
Bi dev neyar ve berdidî
Dîn cewt dibê haho gidî
Wel ba nehaq cih girtî ye

Navê te serhildan e qey
Ya ceng û jan e qey
Ya raperîn û jan e qey
Doza te tim azadî ye

Qey berxwedan û ra e tu
Ya soresa cekdar e tu
Ya dijberê xwînxware e tu
Ew cend li te derd bari ye

Heyfa Huseyn im ya Xuda
Kon min li Kurdistan veda
Nêta dilê min têk neda
Nêta dilê min safî ye

Mem bendawarê Zîn ez im
Neviyê Selaheddîn ez im
soresgerê Hittîn ez im
Xaco mi ew daxisi ye

Cihan hemî l´benda min e
Disâ wekî cara din e
Ger kurd neyê care tine
Dîrok bi rindî xwendi ye

Himê li ser latê ez im
Disâ wekî cara din e
Ger kurd neyê care tine
Dîrok bi rindî xwndi ye

Ez soresa sêx Seîd
Sebra dilê mala sehîd
Merd im li meydanê egît
Sewra Bedî´ û Qazî ye

Pêta ji arê sor ez im
Dengê biruska mor ez im
Bendê Xudayê jor ez im
Ev soresa Berzanî ye

Rustem kurê Zalê ez im
Serkeft di vê qalê ez im
Dijmin dixê halê ez im
Ev berxwedana dawî ye

Bazê li nêcîrê ez im
sêrê di zincîrê ez im
Tûjayiya tîrê ez im
Dijmin ji trsa mirdi ye

Mêrê li Hemrînê ez im
Agir di benzînê ez im
Azadiyê jînê ez im
Mirina birêz sehnazî ye

Lesker ji bo dozê ez im
Amadeyê sozê ez im
Ruzgarkerê bozê ez im
Ev ne ken û laqerdî ye

Kufr û sîtem zêr û zeber
Rista xuda hakim li ser
Ala me kesk û sor û zer
Allahû ekber nîvsi ye

Mizgîn li we xusk û bira
Rakin hemi hûr û gira
Seyda xwe kir mûm û cira
Hercî neyê posmanî ye



Re Nas 72: