EVÎNA TE, ÞÝRET, TÊKÇOYÝN, JANA EVÎNÊ, DAXWAZ, MÝRÝNA HELBESTVAN, ( B. Epozdemir )
EVÎNA TE :
____________
Dema
Hêvîdaran
Hêvîyê parsdikir,
Li ber dîwaran
Ez bûme evîndarê te.
Dema
Çîya melûl bûn
Deþt û zozan
Xemgîn bûn
Ez bûme evîndarê te.
Dema
Digotin, adare, av li dare
Lê li asîmanê te bombe dibare
Û zarokên te, bi zare-zar
Dayê, li me sare
Ez bûme evîndarê te.
Bedirxan Epozdemir
*********************
ÞÝRET :
_________
Ji inyada reþtarî yê
Berxwedana sitêrkan
Ku bi hêvî
Çirûskan
Zêde dike
Fêm bike.
Hîva ku
Ronahî yê
Bi minet
Belav dike
Ne pejrîne.
Tembûra ku
Sitranan bê wate
Gotina ku bê evîne
Baþ bizane,
Peymana me nîne.
Ji bîr neke
Bê perwa derbaz dibe zeman
Bi minet û naz
Nameþê jîyan.
Bedirxan Epozdemir
**********************
TÊKÇOYÝN :
____________
Gulpikên
Evîndarîyê
Yên xoþewîst
Ser nizim kirin
Ji qêrîna kor
Ya þevtarîyê
Ra.
Xoþewîstî
Qet
Serketinê
Tem nekir
Li gel tim hewildanan
Belkî
Çarenûsa evînê
Têkçoyîn bu.
Bedirxan Epozdemir
*************************
JANA EVÎNÊ :
______________
Tu
Wek helbestan delalî
Wek çemêkê boþ
Û coþ
Þên û þengî.
Tu
Wek evînê zelalî
Wek bêrîyê
Ji dil dûrî
Qatixê
Hawar û gazîya
Bê sekan
Ya vî dilê birîndarî.
Gelek tiþt hatin gotin
Heya nûha ji bo te
Lê tu kesî te
Li gor dilê min
Nanî ser ziman.
Bêje bê wate û war
Hevok kêmber
Man.
Navê te qedexe
Evîna te tawan
Bêrîya te
Êþêkê xedar e
Gula min
Sedem ku bisekinê
Ev êþ û jan
Jibîr neke
Bi zanistî hate bijartin
Ev meþ û berxwedan
Û mirin.
Bedirxan Epozdemir
************************
DAXWAZ :
___________
Zincîrên þidandî
Yên ku
Tarî û astengan di efrînin
Jibîr neke.
Berxwedana ku
Ronahî yê
Bi dest û neynûk
Bi hêvî û sebat
Xulqandîye
Tem bike.
Ji bo
Kûlîlk neçilmisin
Evîn
Û
Êvîndarî
Zêde bî
Tekoþînê himbêz bike.
Bedirxan Epozdemir
**********************
MÝRÝNA HELBESTVAN :
_____________________
Helbestvan mir
Bêkes û bêxwedî
Bi xizanî û bêsenfonî.
Mirîna helbestvan
Dawî nanî
Li hêstirên çevan.
Helbestvan mir
Li quncikeke tarî
Bi sehekê hûndayî
Bi hevîyên qamdaketî
Û hate binax kirin
Bi bêdengî.
Nûha kaînat
Ji delalîyek
Bêpar ma.
Helbest stûxwar
Û xemgîn
Tema jîyanê
Nema.
Mirina helbestvan
Qîjêneke
Dijî
Zilimkaran
Mirin bilindkeran
Û bezirganan.
Bû serhildanek
Dijî
Kesên ku
Keseyatî ya xwe di dilopê xwînê da dibînin.
Bedirxan Epozdemir
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-05-03 (4725 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |