PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EVÎNA TE, ÞÝRET, TÊKÇOYÝN, JANA EVÎNÊ, DAXWAZ, MÝRÝNA HELBESTVAN, ( B. Epozdemir )


EVÎNA TE :
____________





Dema

Hêvîdaran

Hêvîyê parsdikir,

Li ber dîwaran

Ez bûme evîndarê te.



Dema

Çîya melûl bûn

Deþt û zozan

Xemgîn bûn

Ez bûme evîndarê te.



Dema

Digotin, adare, av li dare

Lê li asîmanê te bombe dibare

Û zarokên te, bi zare-zar

Dayê, li me sare

Ez bûme evîndarê te.


Bedirxan Epozdemir




*********************



ÞÝRET :
_________




Ji inyada reþtarî yê

Berxwedana sitêrkan

Ku bi hêvî

Çirûskan

Zêde dike

Fêm bike.



Hîva ku

Ronahî yê

Bi minet

Belav dike

Ne pejrîne.



Tembûra ku

Sitranan bê wate

Gotina ku bê evîne

Baþ bizane,

Peymana me nîne.



Ji bîr neke

Bê perwa derbaz dibe zeman

Bi minet û naz

Nameþê jîyan.


Bedirxan Epozdemir



**********************




TÊKÇOYÝN :
____________




Gulpikên

Evîndarîyê

Yên xoþewîst

Ser nizim kirin

Ji qêrîna kor

Ya þevtarîyê

Ra.



Xoþewîstî

Qet

Serketinê

Tem nekir

Li gel tim hewildanan

Belkî

Çarenûsa evînê

Têkçoyîn bu.


Bedirxan Epozdemir



*************************



JANA EVÎNÊ :
______________




Tu

Wek helbestan delalî

Wek çemêkê boþ

Û coþ

Þên û þengî.



Tu

Wek evînê zelalî

Wek bêrîyê

Ji dil dûrî

Qatixê

Hawar û gazîya

Bê sekan

Ya vî dilê birîndarî.



Gelek tiþt hatin gotin

Heya nûha ji bo te

Lê tu kesî te

Li gor dilê min

Nanî ser ziman.

Bêje bê wate û war

Hevok kêmber

Man.



Navê te qedexe

Evîna te tawan

Bêrîya te

Êþêkê xedar e

Gula min

Sedem ku bisekinê

Ev êþ û jan

Jibîr neke

Bi zanistî hate bijartin

Ev meþ û berxwedan

Û mirin.


Bedirxan Epozdemir



************************


DAXWAZ :
___________





Zincîrên þidandî

Yên ku

Tarî û astengan di efrînin

Jibîr neke.



Berxwedana ku

Ronahî yê

Bi dest û neynûk

Bi hêvî û sebat

Xulqandîye

Tem bike.



Ji bo

Kûlîlk neçilmisin

Evîn

Û

Êvîndarî

Zêde bî

Tekoþînê himbêz bike.


Bedirxan Epozdemir



**********************



MÝRÝNA HELBESTVAN :
_____________________




Helbestvan mir

Bêkes û bêxwedî

Bi xizanî û bêsenfonî.



Mirîna helbestvan

Dawî nanî

Li hêstirên çevan.



Helbestvan mir

Li quncikeke tarî

Bi sehekê hûndayî

Bi hevîyên qamdaketî

Û hate binax kirin

Bi bêdengî.



Nûha kaînat

Ji delalîyek

Bêpar ma.

Helbest stûxwar

Û xemgîn

Tema jîyanê

Nema.



Mirina helbestvan

Qîjêneke

Dijî

Zilimkaran

Mirin bilindkeran

Û bezirganan.

Bû serhildanek

Dijî

Kesên ku

Keseyatî ya xwe di dilopê xwînê da dibînin.



Bedirxan Epozdemir