ÎRO JI DESTÊ HUSNA
Îro ji destê husna hebîbê sergeþt û heyranim ez
Min eþqû û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez
Eþqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im ez
Mûsa ji destê husna bi nûr þêrînîya xalê di hûr
Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza wan im ez
Remza ku dê dîlber bikin carek bi çeþman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovan im ez
Min ah ji dest kovan û qeheran min sebir nayêt li seheran
Þûbehetê mewcên di behran qulzemê umman im ez
Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê
Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê zanim ez
Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja pir-ye`ke
Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez
Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sokran im ez
Serxoþ û ebter kirim te ji îlleta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez
Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda
Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan im ez
Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û rindan
Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can im ez
Soti me qet pêt û nar ne kuþtî me derb lê dîyar ne
Min demek sebr û qera ne nexweþê pir-jan im ez
Nexweþê reng lê nemayî dest li se falê nihayî
Wan digot ji çavê gihayî kûþtiyê e`ynan im ez
Kuþtime her do `ûyunan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez
Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez
Ma di benda firqa te canfidayê xidmetima te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez
Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê xo
Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez
Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im
Hicreta Yûsuf dikêþim Ye´qûbê Ken`an im ez
Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa evînê
Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im ez
Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb e
Þarifê derdan hebib e pê bawer û iman im ez
Sond dixwin sa`id û destan kevir û þeylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez
`Aþiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me
Çend hezar medhên dibême muhîtê esman im ez
Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez
Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibikit jibehrê
Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina eynan im ez
Sed hezar çav min divêna bayekî perdan hilîna
Xet û xal min têr didîna eþqa qutî can im ez
Feqîyê Teyra
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-04-03 (7772 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |