ÎRO JI DESTÊ HUSNA Îro ji destê husna hebîbê sergeþt û heyranim ez Min eþqû û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez Eþqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda kirin Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im ez Mûsa ji destê husna bi nûr þêrînîya xalê di hûr Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza wan im ez Remza ku dê dîlber bikin carek bi çeþman seyr bikin Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovan im ez Min ah ji dest kovan û qeheran min sebir nayêt li seheran Þûbehetê mewcên di behran qulzemê umman im ez Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê zanim ez Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja pir-ye`ke Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û efxan im ez Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te bibînim Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sokran im ez Serxoþ û ebter kirim te ji îlleta rengzer kirim Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan im ez Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û rindan Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can im ez Soti me qet pêt û nar ne kuþtî me derb lê dîyar ne Min demek sebr û qera ne nexweþê pir-jan im ez Nexweþê reng lê nemayî dest li se falê nihayî Wan digot ji çavê gihayî kûþtiyê e`ynan im ez Kuþtime her do `ûyunan yan kî yêd nisbet ji nûnan Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti ve bîr ne Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez Ma di benda firqa te canfidayê xidmetima te Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê xo Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im Hicreta Yûsuf dikêþim Ye´qûbê Ken`an im ez Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa evînê Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im ez Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb e Þarifê derdan hebib e pê bawer û iman im ez Sond dixwin sa`id û destan kevir û þeylêd li bestan Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez `Aþiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me Çend hezar medhên dibême muhîtê esman im ez Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibikit jibehrê Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina eynan im ez Sed hezar çav min divêna bayekî perdan hilîna Xet û xal min têr didîna eþqa qutî can im ez Feqîyê Teyra |