Kula Evînê
KULA EVÎNÊ
Evîn derdek pir dijwar e
Dil girê wê birîndar e
Birîn kûre bê derman e
Dil wêranê destê evînê
Evîn xweþe wek þekir e
Pêtek ji pêtê agir e
Hiþ û aqil tev digir e
Dil wêranê destê evînê
Herçê evîn pê bû bela
Ew nexweþê þêx û mela
Xwîn dikiþe ji nav û dila
Dil wêranê destê evînê
Dil dibêje tim wa xweþ e
Herdem hercar wa belaþ e
Nizane evîn qelaþ e
Dil wêranê destê evînê
Evîndarî ne erzan e
Wêrana cerg û dilan e
Ev qelenek pir giran e
Dil wêranê destê evînê
Wexta herdû tên civatê
Doþek hevirmêþe ji latê
Xem nîne serma sibatê
Dil wêranê destê evînê
Ên bûn dilketê çavên reþ
Wê av vexwe ji dêmên geþ
Morsimbil û bêhna binevþ
Dil wêranê destê evînê
Hiþrevînê gewra bedew
Mehrûm dike çavan ji xew
Pirr çetine derdan bi kew
Dil wêranê destê evînê
Evîn deryakî bêbinî
Dil revînê wî bê gemî
Wê tê biçe biser û binî
Dil wêranê destê evînê
Ka dildarê miradê xwe
Ka evîndarê yara xwe
Ew hemî çûn bi kula xwe
Dil wêranê destê evînê
Dem ku ç`ev hev dibînin
Leþ miþte ji germ û tîne
qeþa û pûsê dihelîne
Dil wêranê destê evînê
Ên dilparê çavên bikil
Malwêranê destê aqil
Wê binale hercar ji dil
Dil wêranê destê evînê
Bi her yarê nebe bawer!
Hela yara bê esl û ber
Hinav li te dike duker
Dil wêranê destê evînê
Ji yarê re nebe pire
Ewî barî hilnegire
Siwar dibe dibê kere
Dil wêranê destê evînê
Dil carnan pê bextîyar e
Wekî siltan þahê mar e
Tembûrvanê birca yar e
Dil wêranê destê evînê
Koþk û sera da rûniþtin
Dest û beden bihev þûþtin
Pirî mijyan xwe pê kuþtin
Dil wêranê destê evînê
2001 05 03
Dilbirîn
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-04-03 (4720 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |