PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kula Evînê



KULA EVÎNÊ



Evîn derdek pir dijwar e

Dil girê wê birîndar e

Birîn kûre bê derman e

Dil wêranê destê evînê



Evîn xweþe wek þekir e

Pêtek ji pêtê agir e

Hiþ û aqil tev digir e

Dil wêranê destê evînê



Herçê evîn pê bû bela

Ew nexweþê þêx û mela

Xwîn dikiþe ji nav û dila

Dil wêranê destê evînê



Dil dibêje tim wa xweþ e

Herdem hercar wa belaþ e

Nizane evîn qelaþ e

Dil wêranê destê evînê



Evîndarî ne erzan e

Wêrana cerg û dilan e

Ev qelenek pir giran e

Dil wêranê destê evînê



Wexta herdû tên civatê

Doþek hevirmêþe ji latê

Xem nîne serma sibatê

Dil wêranê destê evînê



Ên bûn dilketê çavên reþ

Wê av vexwe ji dêmên geþ

Morsimbil û bêhna binevþ

Dil wêranê destê evînê



Hiþrevînê gewra bedew

Mehrûm dike çavan ji xew

Pirr çetine derdan bi kew

Dil wêranê destê evînê







Evîn deryakî bêbinî

Dil revînê wî bê gemî

Wê tê biçe biser û binî

Dil wêranê destê evînê



Ka dildarê miradê xwe

Ka evîndarê yara xwe

Ew hemî çûn bi kula xwe

Dil wêranê destê evînê



Dem ku ç`ev hev dibînin

Leþ miþte ji germ û tîne

qeþa û pûsê dihelîne

Dil wêranê destê evînê



Ên dilparê çavên bikil

Malwêranê destê aqil

Wê binale hercar ji dil

Dil wêranê destê evînê



Bi her yarê nebe bawer!

Hela yara bê esl û ber

Hinav li te dike duker

Dil wêranê destê evînê



Ji yarê re nebe pire

Ewî barî hilnegire

Siwar dibe dibê kere

Dil wêranê destê evînê



Dil carnan pê bextîyar e

Wekî siltan þahê mar e

Tembûrvanê birca yar e

Dil wêranê destê evînê



Koþk û sera da rûniþtin

Dest û beden bihev þûþtin

Pirî mijyan xwe pê kuþtin

Dil wêranê destê evînê



2001 05 03


Dilbirîn