Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
Newroz bûk e, Newroz jîn û evîn e
Newroz yar e, gul û sosin bi bîn e… !
Newroz keç e, ciwan û pir çeleng e
Bi xeml û xêz, çi xweþ þox û çi þeng e.. . !
Newroz deng e, fîxana bilbilan e
Çi xweþ nazik, li ber guh û dilan e… !
Newroz reng e, kesk û sor e li ezman
Çi xweþ nav e, her ko ew tê ser ziman…!
Newroz dîlan, þadî, kêf û sema ye
Zîna Mem e, rîhana ber çema ye…!
Newroz dê ye, bav û xuþk û bira ye
Newroz ronî, heyv û roj û çira ye…!
Newroz þan e, rûmet û berxwedan e
Newroz pêt e, pêta qotên çiyan e…!
Newroz kîn e, dijî zora neyar e
Newroz ceng e, hemberî koledar e…!
Newroz al e, li destên egîdan e
Newroz xwîn e, ji canê Þehidan e…!
Newroz, ango, rojek nû va hilatî
Çirûsk daye li baþûrê welatî…!
Belê pêtên wê gihiþtî nav dijmin
Wê derbîne koka faþistan ji bin…!
Hoþyar
21.3.2004
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-03-23 (5000 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |