Newroz çiye ? Newroz kî ye ? Newroz bûk e, Newroz jîn û evîn e Newroz yar e, gul û sosin bi bîn e… ! Newroz keç e, ciwan û pir çeleng e Bi xeml û xêz, çi xweþ þox û çi þeng e.. . ! Newroz deng e, fîxana bilbilan e Çi xweþ nazik, li ber guh û dilan e… ! Newroz reng e, kesk û sor e li ezman Çi xweþ nav e, her ko ew tê ser ziman…! Newroz dîlan, þadî, kêf û sema ye Zîna Mem e, rîhana ber çema ye…! Newroz dê ye, bav û xuþk û bira ye Newroz ronî, heyv û roj û çira ye…! Newroz þan e, rûmet û berxwedan e Newroz pêt e, pêta qotên çiyan e…! Newroz kîn e, dijî zora neyar e Newroz ceng e, hemberî koledar e…! Newroz al e, li destên egîdan e Newroz xwîn e, ji canê Þehidan e…! Newroz, ango, rojek nû va hilatî Çirûsk daye li baþûrê welatî…! Belê pêtên wê gihiþtî nav dijmin Wê derbîne koka faþistan ji bin…! Hoþyar 21.3.2004 |