ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN
ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN
Zahidê xelwet niÞîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye
AÞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê Þubhe xemxwarê xwe ye
Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeÞîtin qet kes ji bo kes zehmetê
Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye
HoÞîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef
Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye
Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaÞ
Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaÞ
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye
Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!
Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (5803 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |