PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN





ZAHIDÊ XELWET NIÞÎN

Zahidê xelwet niÞîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye

AÞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê Þubhe xemxwarê xwe ye

Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeÞîtin qet kes ji bo kes zehmetê

Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye

HoÞîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef

Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye

Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaÞ

Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaÞ
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye

Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye


Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !