Federalīzm nebe Kurdistan serbixwe dibe
HEWLŹR, 5/8/2003 — Serokź Partiya Demokrat ya Kurdistanź Mesūd Barzanī di hevpeyvīnekź de digel kanala televizyona erebī El-Cezīreyź de got divźt Kurdistan ū Iraq li ser bingehź "federalīzmeka dilxwaz" bi hev re bijīn tekīd kir ko parastina asayīža nźvxweyī ū tixūbźn Kurdistanź dź di destź pźžmergeyźn Kurdistanź ū hikūmeta Kurdistanź de be, ne di bin destź hikūmeta merkezī ya Iraqź de be.
Ev demek e ko Mesūd Barzanī behsa "federalīzma dilxwaz" dike ū mebesta wī ji wź ew e ko ereb ū kurd du miletźn cida ne ū Kurdistan ū Iraq jī du welatźn cida ne. Hinek hźzźn ereban behsa "Iraqa federal ya yekbūyī" dikin ū kurd behsa "Iraq ū Kurdistana federal yźn yekgirtī" dikin. Yekbūn ū yekgirtin ji hev cida ne. Yekgirtin li ser esasź du milet ū welatźn ko bi dilxwaziya xwe dixwazin bi hev re bijīn yan karekī bikin, neko bibin yek.
Di vź hevpeyvīna xwe de Mesūd Barzanī dibźje ew bawer nake ko hźzźn siyasī yźn iraqī pižtī hewqas tecribe ū dersan rabin ū li dijī federalīzma ko kurd dixwazin derkevin.
Lź belź, Mesūd Barzanī dibźje, heger hźzźn ereban "federalīzma dilxwaz" qebūl nekin hingź kurd dź biryareka dī bidin ū ew biryar jī serxwebūn e. Mesūd Barzanī behsa tźkiliya di nźvbera herdu dewletźn federal de dike ū dibźje:
— Gelź kurd bi rźya parlamentoya xwe ya hilbijartī biryara organīzekirina žiklź tźkiliya di nźvbera herdu aliyan de da ū ew jī divźt li ser bingehź federalīzmź be.
Vźca gelo Iraq ū Kurdistan bi hev re di hilbijartinekź de dź biryar bidin ka federalīzm dź ēawa be yan Kurdistan tenź bi serź xwe? Mesūd Barzanī dibźje:
— Mirov dikare minaqežeyź li ser vź yekź bike lź belź qismź ko xweser bi Kurdistanź ve girźdayī ye divźt miletź kurd biryarź li ser bide.
Yanī kurd biryarź didin ko ew dź li ser esasź federalīzmź digel ereban di bin banź "federalīzmeka dilxwaz" de bijīn. Jixwe berź jī Mesūd Barzanī gotiye ew qebūl nakin ko ereb bi navź "piraniya dengan" biryarź li ser qedera miletź kurd bidin.
Mesūd Barzanī dibźje pir xwezayī ye ko her guhortineka ko li bažūrź Kurdistanź ēźbe tesīrź li ser parēeyźn dī yźn Kurdistanź jī bike ū dibźje:
— Li gor baweriya min divźt li wan parēeyan hemiyan problema kurdan bi rźya ēareseriyeka ažtiyane ū demokratīk ēareser bibe ji ber ko serdema zordestiyź derbas būye.
Di bersiva pirsekź di heqź hźzźn gerīlayźn PKK-Kadekź yźn li bažūrź Kurdistanź de jī Mesūd Barzanī dibźje:
— Parlamentoya Tirkiyeyź qanūna lźborīnź derxist. Ji bo ēareserkirina wź problemź bi rźyeka ažtiyane ēi kar bikeve ser milźn me em dź bikin. Her ēi jī bibe divźt mirovźn PKK-Kadekź Kurdistana Iraqź terk bikin ū vegerin ser axa xwe.
KK-Nūēe
www.kerkuk-kurdistan.com
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2003-09-10 (4995 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |