PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Federalîzm nebe Kurdistan serbixwe dibe


HEWLÊR, 5/8/2003 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanala televizyona erebî El-Cezîreyê de got divêt Kurdistan û Iraq li ser bingehê "federalîzmeka dilxwaz" bi hev re bijîn tekîd kir ko parastina asayîþa nêvxweyî û tixûbên Kurdistanê dê di destê pêþmergeyên Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê de be, ne di bin destê hikûmeta merkezî ya Iraqê de be.

Ev demek e ko Mesûd Barzanî behsa "federalîzma dilxwaz" dike û mebesta wî ji wê ew e ko ereb û kurd du miletên cida ne û Kurdistan û Iraq jî du welatên cida ne. Hinek hêzên ereban behsa "Iraqa federal ya yekbûyî" dikin û kurd behsa "Iraq û Kurdistana federal yên yekgirtî" dikin. Yekbûn û yekgirtin ji hev cida ne. Yekgirtin li ser esasê du milet û welatên ko bi dilxwaziya xwe dixwazin bi hev re bijîn yan karekî bikin, neko bibin yek.

Di vê hevpeyvîna xwe de Mesûd Barzanî dibêje ew bawer nake ko hêzên siyasî yên iraqî piþtî hewqas tecribe û dersan rabin û li dijî federalîzma ko kurd dixwazin derkevin.

Lê belê, Mesûd Barzanî dibêje, heger hêzên ereban "federalîzma dilxwaz" qebûl nekin hingê kurd dê biryareka dî bidin û ew biryar jî serxwebûn e. Mesûd Barzanî behsa têkiliya di nêvbera herdu dewletên federal de dike û dibêje:

— Gelê kurd bi rêya parlamentoya xwe ya hilbijartî biryara organîzekirina þiklê têkiliya di nêvbera herdu aliyan de da û ew jî divêt li ser bingehê federalîzmê be.

Vêca gelo Iraq û Kurdistan bi hev re di hilbijartinekê de dê biryar bidin ka federalîzm dê çawa be yan Kurdistan tenê bi serê xwe? Mesûd Barzanî dibêje:

— Mirov dikare minaqeþeyê li ser vê yekê bike lê belê qismê ko xweser bi Kurdistanê ve girêdayî ye divêt miletê kurd biryarê li ser bide.

Yanî kurd biryarê didin ko ew dê li ser esasê federalîzmê digel ereban di bin banê "federalîzmeka dilxwaz" de bijîn. Jixwe berê jî Mesûd Barzanî gotiye ew qebûl nakin ko ereb bi navê "piraniya dengan" biryarê li ser qedera miletê kurd bidin.

Mesûd Barzanî dibêje pir xwezayî ye ko her guhortineka ko li baþûrê Kurdistanê çêbe tesîrê li ser parçeyên dî yên Kurdistanê jî bike û dibêje:

— Li gor baweriya min divêt li wan parçeyan hemiyan problema kurdan bi rêya çareseriyeka aþtiyane û demokratîk çareser bibe ji ber ko serdema zordestiyê derbas bûye.

Di bersiva pirsekê di heqê hêzên gerîlayên PKK-Kadekê yên li baþûrê Kurdistanê de jî Mesûd Barzanî dibêje:

— Parlamentoya Tirkiyeyê qanûna lêborînê derxist. Ji bo çareserkirina wê problemê bi rêyeka aþtiyane çi kar bikeve ser milên me em dê bikin. Her çi jî bibe divêt mirovên PKK-Kadekê Kurdistana Iraqê terk bikin û vegerin ser axa xwe.


KK-Nûçe
www.kerkuk-kurdistan.com