MEM Û ZÎN (DESTPÊK)
MEM Û ZÎN ( DESTPÊK )
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'iÞqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'iÞq
Ismê te ye neqÞê xameya 'iÞq
Bê neqÞê te, neqÞê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'AÞiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
BêÞubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aÞiqê zar
Þem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Þems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqÞihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqÞê xame kubra
Mewcûd e di wî Þehadet û xeyb
MeÞhûd e di wî Þiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in
Heqqa ko te xweÞ nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û Þikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê Þakir
* * * * *
Ey Þukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêÞerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Þubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di miÞalê durrê xeltan
HerÞeÞ cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erÞ
Heywan û nebat û me'den û ferÞ
Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban
ReÞka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aÞiqan dikêÞit
Derdê te ye dil ji ber diêÞit
Þîrîn te kire Þekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Þêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muÞterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar seyda
XweÞrengî te da giyayê sorgul
XweÞdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê Þemalan
Perwane kirin bi Þewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeÞ
Meczûb te pê kirin musewweÞ
Ev 'iÞq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i ÞelaÞilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêÞ-i tûtiyan girt
Davik te li pêÞ-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
NeqÞê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêÞ ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma Þekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu Þa yî
Emma tu tudillu men teÞa'î
Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêÞê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di Þahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu asina kî
* * * * *
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keÞf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hiÞyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padiÞahek
Þîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi Þikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi Þikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padiÞahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye Þa‘ir û feqîran
Herçî bire Þîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê Þîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexÞîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi Þîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi Þîrî sehrê Þuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye Þubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in Þedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi Þîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîÞe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
* * * * *
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eÞîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî Þemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêsaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘IÞq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘iÞqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Þi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
BifroÞî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eÞkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aÞikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê Þikkeyê Þahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padiÞahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
Ehmedê Xanî, Mem û Zîn
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (8188 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |