HILO
HILO
Dilo, rabe xwe kêf xweÞ ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weÞ ke, Hilo! Da biçne seyranê
Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê
Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meÞ´el çira îsan, me can da Þubhê perwanê
Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê
Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Þerbetek da min
Bi dîn guh Þîretek da min, girim bende di fermanê
Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî Þêxê di senanê
Wekî Þêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê
Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê
Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxÞane
Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê
Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê
Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê
Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (6385 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |