PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HILO





HILO

Dilo, rabe xwe kêf xweÞ ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weÞ ke, Hilo! Da biçne seyranê

Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê

Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meÞ´el çira îsan, me can da Þubhê perwanê

Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê

Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Þerbetek da min
Bi dîn guh Þîretek da min, girim bende di fermanê

Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî Þêxê di senanê

Wekî Þêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê

Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê

Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê

Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxÞane

Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê

Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê

Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê

Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê



Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !