 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Helbestek ji bo 105 saliya rojnamegeriya kurdî
Merwan Gedo
Helbestek Ji Bo 105 Saliya Rojnamegeriya Kurdî
Bîst û didwê nîsanê
Ronî daye gulanê
Ava çeman xurt dibe
Mizgînî da cîhanê.
Çanda Kurdî destpêkir
Hozan bêrya ristê kir
Rojname dihate der
Gazî li xuristê kir.
Ey xurista ker û lal
Te roj li min kirin sal
Evîn li min geþ bûye
Êdî nema diçim mal.
Ez im kenê biçûka
Xemla zava û bûka
Ez qêrîna Helebçe
Li kolan û li sûka.
Miqdad Midhet Bedirxan
Cegerxwîn û Ordîxan
Lehî li min rakirin
Bûm dermanê nesaxan.
Ez evîna lawa me
Hêza dilê Kawa me
Keçik rewþa dîlanê
Ez awira çava me.
Folklor û rewþenbîrî
Saza dilê Herîrî
Xama Ehmedê Xanî
Hêvî dida Cezîrî.
Ez xuþxuþa çema me
Rengê Gul û lema me
Bîst û didwê nîsanê
Ez cejna rojnama me.
Rojnamegerî hilat
Ronahî daye welat
Min rojname guvaþtin
Bîna yara mi jê hat.
Yara þêrîn kubar e
Bejin dara çinar e
Çanda Kurdî xemilî
Evîn li min dibar e.
Ez helbesta Tîrêj im
Derdê yarê dibîjim
Ez kultûra Celadet
Dîrokek pir dirêj im.
Ez im xwîna þehîda
Ava gulên omîda
Xama Xanî hespê sor
Da seyran û cirîda.
Yarê rewþa seyranê
Piþtî tava baranê
Ez evîndar û mest im
Li dawiya nîsanê.
Cergê jar û dilê mest
Evîn ji min her dixwest
Ez diketim ramanan
Bûm dîndar û olperest.
Ez sûnd dixum bi Laleþ
Bi kulîlka dêmên geþ
Ji bo yarê dîrok im
Ez birûska þevên reþ.
Ez rojnama bi deng im
Zanyar û pir çeleng im
Ji bo evîna yarê
Pakrewan û leheng im.
Evîna min beziya
Xwe gihandî gaziya
Birînên min dirûtin
Mîna ta û terziya.
Dema Þêrgo helbest xwend
Rewþek dida hunermend
Rûdêma yarê geþ bû
Bûm evîndar û revend.
Yarê rewþa wan çavan
Ez xistime nav davan
Evîn derya bê dawî
Ez nabînim peravan.
Bi hêvî me ji jîra
Serok û rewþenbîra
Yara min bi parêz in
Min bighînin cezîra.
Qamiþlo, 21.04.2003
Merwan Gedo * - Qamiþlo
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-04-25 (5709 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|