Helbestek ji bo 105 saliya rojnamegeriya kurdî Merwan Gedo Helbestek Ji Bo 105 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Bîst û didwê nîsanê Ronî daye gulanê Ava çeman xurt dibe Mizgînî da cîhanê. Çanda Kurdî destpêkir Hozan bêrya ristê kir Rojname dihate der Gazî li xuristê kir. Ey xurista ker û lal Te roj li min kirin sal Evîn li min geþ bûye Êdî nema diçim mal. Ez im kenê biçûka Xemla zava û bûka Ez qêrîna Helebçe Li kolan û li sûka. Miqdad Midhet Bedirxan Cegerxwîn û Ordîxan Lehî li min rakirin Bûm dermanê nesaxan. Ez evîna lawa me Hêza dilê Kawa me Keçik rewþa dîlanê Ez awira çava me. Folklor û rewþenbîrî Saza dilê Herîrî Xama Ehmedê Xanî Hêvî dida Cezîrî. Ez xuþxuþa çema me Rengê Gul û lema me Bîst û didwê nîsanê Ez cejna rojnama me. Rojnamegerî hilat Ronahî daye welat Min rojname guvaþtin Bîna yara mi jê hat. Yara þêrîn kubar e Bejin dara çinar e Çanda Kurdî xemilî Evîn li min dibar e. Ez helbesta Tîrêj im Derdê yarê dibîjim Ez kultûra Celadet Dîrokek pir dirêj im. Ez im xwîna þehîda Ava gulên omîda Xama Xanî hespê sor Da seyran û cirîda. Yarê rewþa seyranê Piþtî tava baranê Ez evîndar û mest im Li dawiya nîsanê. Cergê jar û dilê mest Evîn ji min her dixwest Ez diketim ramanan Bûm dîndar û olperest. Ez sûnd dixum bi Laleþ Bi kulîlka dêmên geþ Ji bo yarê dîrok im Ez birûska þevên reþ. Ez rojnama bi deng im Zanyar û pir çeleng im Ji bo evîna yarê Pakrewan û leheng im. Evîna min beziya Xwe gihandî gaziya Birînên min dirûtin Mîna ta û terziya. Dema Þêrgo helbest xwend Rewþek dida hunermend Rûdêma yarê geþ bû Bûm evîndar û revend. Yarê rewþa wan çavan Ez xistime nav davan Evîn derya bê dawî Ez nabînim peravan. Bi hêvî me ji jîra Serok û rewþenbîra Yara min bi parêz in Min bighînin cezîra. Qamiþlo, 21.04.2003 Merwan Gedo * - Qamiþlo |