Êksirê Evîn
Êksirê Evîn
Îsmê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilim bi teqwîmî reqem da
Eþkal û xetên da’ireya nuqteyê 'ilm in
Ev neqþ û misalên di xiyalatê 'edem da
"Mîm metle‘ê" þemsa ehed ayîne sifet kir
Lami‘ ji ‘ereb berqê li fexxarê ‘ecem da
Da þahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê semed kir bi yekê neqþê senem da
Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima’î
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
Erwahê muqeddes þebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da
Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Yaqûtifiroþan di kef elmas-i þikestin
Ev sefheya elmas-i ko neqqaþî reqem da
Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuþayem
Subhaneke len uhsiye fî þe'nike hemda
Minnet ji Xudayî ko bi ‘ebdê xwe Melayî
Îksîra xema ‘iþqê, ne dînar û direm da.
Ji Dîwana Cezîrî
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2008-03-11 (6256 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |