Êksirê Evîn Êksirê Evîn Îsmê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da Herfek qelemê ‘ilim bi teqwîmî reqem da Eþkal û xetên da’ireya nuqteyê 'ilm in Ev neqþ û misalên di xiyalatê 'edem da "Mîm metle‘ê" þemsa ehed ayîne sifet kir Lami‘ ji ‘ereb berqê li fexxarê ‘ecem da Da þahidê esma bi hemî wechî binasîn Yek mestê semed kir bi yekê neqþê senem da Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima’î Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da Erwahê muqeddes þebê qedran te dixwazin Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da Yaqûtifiroþan di kef elmas-i þikestin Ev sefheya elmas-i ko neqqaþî reqem da Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuþayem Subhaneke len uhsiye fî þe'nike hemda Minnet ji Xudayî ko bi ‘ebdê xwe Melayî Îksîra xema ‘iþqê, ne dînar û direm da. Ji Dîwana Cezîrî Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.comFermo, li vir mizeke ! |