ERDHEJ
ERDHEJ Erdhej çêbû li Çewlik û Gumgumê
Erdheja hanê dibêjin ji alî qudretê
Þêst û pênca da li qeza Gumgumê
Di piþtra erdheja giran li Çewlikê
Van herdu bajara da bû þîn û girîn
Keç û xort, kal û pîr gelek jê mirin
Erdhejê kevir nehîþt li ser kevirê
Li aliyekî, ji xwe xirab kiribû romê
Li aliyekê xirab kir, qudreta xwedê
Tev xirab û wêran kir xanî û banê
Erdhejê veneqetand kurda ji hevdu
Negot ev kurdê sunî ya din jî elewî
Lê mixabin kurd bi xwe dikin þerê
Ol û mezheban, tên hev wek beranê
Dewletên biyanî kirin gelek alîkarî
Lê mixabin tiþtên ji kurda ra þandî
Dewleta tirk ên nûh ji xwe ra hildan
Riziyên di embara heyva sor a wan
Kevin û riziya jî, dane kurdên perîþan
Mexdûrên erdhejê ra çêkir ji textikan
Xanûman weke koxên mirîþkên wan
Xirab kir Çewlik û Gumguma wêran
Dewletê berî da derxistibû derpê qudê
Werin binhêrin li min û li îþê qudretê
Ji wan ra nehîþt ne ar û nan ne jî dan
Neyar ji wan derxist derpê û kirasan
Îca em ê her tim gunehbar bikin felekê
Tim û tim bêjin xayin û zalim felekê
Lê bi min felek mezlûm e, ne zalim e
Weke mexdûr û mezlûmên erdhejê
Dilmeqes hîç qebûl nake neheqiyan
Tim lanet dike li xayîn û dagirkeran
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 16. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-07 (4390 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |