PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ERDHEJ




ERDHEJ

Erdhej çêbû li Çewlik û Gumgumê
Erdheja hanê dibêjin ji alî qudretê

Þêst û pênca da li qeza Gumgumê
Di piþtra erdheja giran li Çewlikê

Van herdu bajara da bû þîn û girîn
Keç û xort, kal û pîr gelek jê mirin

Erdhejê kevir nehîþt li ser kevirê
Li aliyekî, ji xwe xirab kiribû romê

Li aliyekê xirab kir, qudreta xwedê
Tev xirab û wêran kir xanî û banê

Erdhejê veneqetand kurda ji hevdu
Negot ev kurdê sunî ya din jî elewî

Lê mixabin kurd bi xwe dikin þerê
Ol û mezheban, tên hev wek beranê

Dewletên biyanî kirin gelek alîkarî
Lê mixabin tiþtên ji kurda ra þandî

Dewleta tirk ên nûh ji xwe ra hildan
Riziyên di embara heyva sor a wan

Kevin û riziya jî, dane kurdên perîþan
Mexdûrên erdhejê ra çêkir ji textikan

Xanûman weke koxên mirîþkên wan
Xirab kir Çewlik û Gumguma wêran

Dewletê berî da derxistibû derpê qudê
Werin binhêrin li min û li îþê qudretê

Ji wan ra nehîþt ne ar û nan ne jî dan
Neyar ji wan derxist derpê û kirasan

Îca em ê her tim gunehbar bikin felekê
Tim û tim bêjin xayin û zalim felekê

Lê bi min felek mezlûm e, ne zalim e
Weke mexdûr û mezlûmên erdhejê

Dilmeqes hîç qebûl nake neheqiyan
Tim lanet dike li xayîn û dagirkeran


Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 16. 02. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007


Seydayê Dilmeqes

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !