Du aya Heyv ź
Du aya Heyv ź ! Du ayź !
Keēa min
Min dixwest, te di dilź xwe de biparźsim..
Ū bera kevir li asoyź keser ū kovanan biketana..
Bera awira min, biba gustīlka canź te.
Bi ser bejna te ya nazik de sīwan bibama..
Zaroka min !
ma tu bi zaroktiyź, bźgunehiyź ža bi bū ? ?
Hźsir nikarin keviran ji ser te vegerīnin..
Kevir gule ne,
kevir bź ol in ū bź dīn in..
Du ayź!
Gula min,
Zerdežtiya min,
keēa rokź
ola lźbūrīnź tu yī..
ola evīnź,
ola te ye
Laleža min,
cīgeha dilovaniyź.
Palgeha aramī ū hźminiya dilź me ye..
Bź dilno !
xak li ser zaroka xwe digirī.
Teyr ū tilūr ji stema hovan difirin..
Pelantīnkźn buharź bź heval man
Du ayź dil sar kir..
Gul di baxēź kezebź de ēilmisī..
Bi narincokźn kevneperestiyź
evīna pepūleyź melisī..
Kujerźn evīnź, nźrgiza stembar nźēīrkirin..
Dil ji keviran kevirtir
Li ser te būn bivir
ol evīn e
ol lźbūrīn e..
Bi navź olź
mźrkujźn Du ayź
ū tiroristźn xwe misilman dibīnin.
Cihoka we yek e
kaniya kīn ū rikberiyź ye..
Ol ji we bźrī ne..
Rźza Xwedayź mezin,
Zardežtź kal
Pźximber
ū lalež ū migeftan
ēav korno !
di nźzīkbīna hovan de li kū dimīne..??
Bi žewata mal ū cīgehźn pīroz,
bi kujtina bīst ū sź Derwź?an
bi rijandina stźra bźgunehiyź
Pźnūs qefilī,
Peyv li ser lźvź betilī..
Źdī buhar bź ken ma!
Pel ji dara biratiyź diwežin..
Helbesta min jī, ji derdźn we tertilī.
* * *
Du a : Keēek Kurd 17 salī bi destź ēend hovan bi kevir ū pehīnan hat kužtin, bi behana ko ji xortekī ne ji ola xwe hez kiriye; di nerīna nezanan de ji ola xwe derketiye.
Derwźž : Derwźžź Evdī.
23 Derwźž : Di roja 22. 04. 2007an de li bajarź Mūsilź, tiroristan otoposek ya Kurdźn Źzīdī ji Bahžīk ū Bahzanź rawestandin ū xortźn Źzīdī cuda veqetandin ū gulebarankirin.
Tertilī : Cefilī
Dubey, 28. 04. 2007
Helbest : Ezīz Xemcivīn
Dema wežana helbestź, 02. 05. 2007
Ezīz Xemcivīn xemcivin@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2007-05-14 (4386 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |