PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Du aya Heyv ê




Du aya Heyv ê !

Du ayê !
Keça min
Min dixwest, te di dilê xwe de biparêsim..
Û bera kevir li asoyê keser û kovanan biketana..
Bera awira min, biba gustîlka canê te.
Bi ser bejna te ya nazik de sîwan bibama..

Zaroka min !
ma tu bi zaroktiyê, bêgunehiyê þa bi bû ? ?
Hêsir nikarin keviran ji ser te vegerînin..

Kevir gule ne,
kevir bê ol in û bê dîn in..

Du ayê!
Gula min,
Zerdeþtiya min,
keça rokê
ola lêbûrînê tu yî..
ola evînê,
ola te ye
Laleþa min,
cîgeha dilovaniyê.
Palgeha aramî û hêminiya dilê me ye..

Bê dilno !
xak li ser zaroka xwe digirî.
Teyr û tilûr ji stema hovan difirin..
Pelantînkên buharê bê heval man
Du ayê dil sar kir..
Gul di baxçê kezebê de çilmisî..
Bi narincokên kevneperestiyê
evîna pepûleyê melisî..
Kujerên evînê, nêrgiza stembar nêçîrkirin..

Dil ji keviran kevirtir
Li ser te bûn bivir
ol evîn e
ol lêbûrîn e..
Bi navê olê
mêrkujên Du ayê
û tiroristên xwe misilman dibînin.
Cihoka we yek e
kaniya kîn û rikberiyê ye..
Ol ji we bêrî ne..

Rêza Xwedayê mezin,
Zardeþtê kal
Pêximber
û laleþ û migeftan
çav korno !
di nêzîkbîna hovan de li kû dimîne..??

Bi þewata mal û cîgehên pîroz,
bi kujtina bîst û sê Derwê?an
bi rijandina stêra bêgunehiyê
Pênûs qefilî,
Peyv li ser lêvê betilî..
Êdî buhar bê ken ma!
Pel ji dara biratiyê diweþin..
Helbesta min jî, ji derdên we tertilî.


* * *


Du a : Keçek Kurd 17 salî bi destê çend hovan bi kevir û pehînan hat kuþtin, bi behana ko ji xortekî ne ji ola xwe hez kiriye; di nerîna nezanan de ji ola xwe derketiye.
Derwêþ : Derwêþê Evdî.
23 Derwêþ : Di roja 22. 04. 2007an de li bajarê Mûsilê, tiroristan otoposek ya Kurdên Êzîdî ji Bahþîk û Bahzanê rawestandin û xortên Êzîdî cuda veqetandin û gulebarankirin.
Tertilî : Cefilî


Dubey, 28. 04. 2007
Helbest : Ezîz Xemcivîn
Dema weþana helbestê, 02. 05. 2007


Ezîz Xemcivîn

xemcivin@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !