Ferhadê Qamiþlo
Ferhadê Qamiþlo Dayika min, bi lîlîne, mujde li te, ser evraz be, hilde banî
Ti bûyî dayika þehîdekî girtî, li zindanî…
Hembêz bi ke, Ferhahadê te, hat þêrînê…
Ser bilinde ji nav gezên dar û qamçî, bi mizgînê..
Di nava çerx û felek de li bin derbên keblên çartew.
?dî li merg û mirinê ne ma pirsî, hew pirsî hew.
Þev û roj bi birîndarî, pihîn û penc Ez weravtim..
Min þil kirin, gindirandin, bi rast û çep, bi kehrebê ez hingavtim..
Li gunah û ne gunahî ne di pirsîn.
Duþnam kirin þerm û fihêt, nijad û dîn.
Min tî kirin, birçîkirin, cemidandin..
Ser laþê min, dar peya pey, dar þikandin.
Li min kom bûn zebaniyên dûjehê tev..
Min ji rêka berxwedanê der ne xistin, tû wan kir dev
Ji bîr kirin ez evîndarê þêrîna xwe bi tolim
Bi deyaxim bi simaxim çiya kolim
Dîlanek pakrewniyê berbendî min wa li dare
Bi kirasin sipî tîjik sor, dîlanek wa li dare
Her simbolek Kurd ji mere
Taca sere bi almas û bi gewhere
Der biratî bi Melê ez tim þehnazim
Bo Kak Mesûd, Mam Celal, jî rêzebazim
Serê Kurdan bilind na kê tu carî mal
Ser bilindî bi Helebçan e bi Enfal
Serî hilde Qamiþlokê vaye giyan
Bo axa te li ser peyman hate civan
Bi aþîtî mîna herdem ti diyarî
Tolê hilî bi diriþm û bi gotarî
Perdan hilî ji ser riwên regezokan
Yên xwe dikin ezbenî bi rêz û insan
Pêncî salên miletekî li bin azar
Hebûna wî nas nakin wî dikin bindar
Bo guft û go, ji ber xwe ve qet nehatin
Ser mafê min, xwe kor dikin, ker û matin
Parçe parçe kirin erdam dan xerîban
Da bihelim wek libek xwê li beyaban
Min kirin lîsta biyanî.
Bê mînake li cîhanî.
Xwedî di kin hiþekî sert mina kevir
Riha na bê ne bi derman ne bi þekir
Dijî Kurdan zikreþî berdane dilan
Min na bînin bilî cudaxwazek ji wan
Çendî dijî dagirker Kurd dîrok pire
Wek Henano weke Selah ceng û ?ere
Maf û sînor min li hundir Sûriye ye
Þik û goman tucarî têde tune ye
Ji bo gelê xwe na xwazim bilî dadê
Bi zimanî bi jiyanî li ser qadê
Ez Frhadim piþtî min tê Memê Alan
Heta kengî em bi mînin bin þekalan
Çerx û felek di virde alaveke eþkencêye girtî pêve tê vebestim û tê gerandin.
Bihrî Bênij - Qamiþlo, 05. 11. 1988
Helbesta : Bihrî Bênij
Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo
Dema weþana helbestê : 14. 05. 2007
Bihrî Bênij rez7799@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-14 (4967 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |