Ferhadê Qamiþlo Ferhadê QamiþloDayika min, bi lîlîne, mujde li te, ser evraz be, hilde banîTi bûyî dayika þehîdekî girtî, li zindanî… Hembêz bi ke, Ferhahadê te, hat þêrînê… Ser bilinde ji nav gezên dar û qamçî, bi mizgînê.. Di nava çerx û felek de li bin derbên keblên çartew. ?dî li merg û mirinê ne ma pirsî, hew pirsî hew. Þev û roj bi birîndarî, pihîn û penc Ez weravtim.. Min þil kirin, gindirandin, bi rast û çep, bi kehrebê ez hingavtim.. Li gunah û ne gunahî ne di pirsîn. Duþnam kirin þerm û fihêt, nijad û dîn. Min tî kirin, birçîkirin, cemidandin.. Ser laþê min, dar peya pey, dar þikandin. Li min kom bûn zebaniyên dûjehê tev.. Min ji rêka berxwedanê der ne xistin, tû wan kir dev Ji bîr kirin ez evîndarê þêrîna xwe bi tolim Bi deyaxim bi simaxim çiya kolim Dîlanek pakrewniyê berbendî min wa li dare Bi kirasin sipî tîjik sor, dîlanek wa li dare Her simbolek Kurd ji mere Taca sere bi almas û bi gewhere Der biratî bi Melê ez tim þehnazim Bo Kak Mesûd, Mam Celal, jî rêzebazim Serê Kurdan bilind na kê tu carî mal Ser bilindî bi Helebçan e bi Enfal Serî hilde Qamiþlokê vaye giyan Bo axa te li ser peyman hate civan Bi aþîtî mîna herdem ti diyarî Tolê hilî bi diriþm û bi gotarî Perdan hilî ji ser riwên regezokan Yên xwe dikin ezbenî bi rêz û insan Pêncî salên miletekî li bin azar Hebûna wî nas nakin wî dikin bindar Bo guft û go, ji ber xwe ve qet nehatin Ser mafê min, xwe kor dikin, ker û matin Parçe parçe kirin erdam dan xerîban Da bihelim wek libek xwê li beyaban Min kirin lîsta biyanî. Bê mînake li cîhanî. Xwedî di kin hiþekî sert mina kevir Riha na bê ne bi derman ne bi þekir Dijî Kurdan zikreþî berdane dilan Min na bînin bilî cudaxwazek ji wan Çendî dijî dagirker Kurd dîrok pire Wek Henano weke Selah ceng û ?ere Maf û sînor min li hundir Sûriye ye Þik û goman tucarî têde tune ye Ji bo gelê xwe na xwazim bilî dadê Bi zimanî bi jiyanî li ser qadê Ez Frhadim piþtî min tê Memê Alan Heta kengî em bi mînin bin þekalan Çerx û felek di virde alaveke eþkencêye girtî pêve tê vebestim û tê gerandin. Bihrî Bênij - Qamiþlo, 05. 11. 1988 Helbesta : Bihrî Bênij Rojavayê Kurdistan - Bajarê Qami?lo Dema weþana helbestê : 14. 05. 2007 Bihrî Bênijrez7799@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.com |