Ciwaniya
Ciwaniya pêrgîbûnê Roja herdu hest
pêrgî hev hatin..
Roja stêr
li ber civanê me daketin..
Roja gilî û gazinên me vemirîn..
Roja ez û te ji cîhanê evîndar,
birîndar û serxoþ derketin..!!
Me ji hev hezkir û dil serketin.
Bejna te
li ramanên min þiva bîr û bîranînê
naçare çikand…
Givaþtina xwînê,
dilê min pir êþand,
hestan rê vekir,
zimanan þop û þûn gerandin..!!
Canan hev girtin.
esmerbûna me hevdu ronîkir.
Li ber te min xame kêþand
û laþê te li mejiyê xwe tapo kir.
Lêvên te tenikbûna evîniya me distirandin..
bi ahînan re hawareke serxoþ derbû.
Dengê çiyê li ber guhê me zîz bû:
"hoy felekê, xayinê te çire li me wa kir"
guhdanê mestiya me sar nekir.
Pehîna pezkovî awira me xwar nekir..
Me sînorê bilind payê
xurt û asê kir.
Stûrbûna lingê Pezkovî
qaþilê tirsa me þikand.
Bi mêranî tirsê serê xwe rakir,
hingê keleþ û nijdevanan
serê xwe li ber awazên me hejandin..
Geþt û seyranên dil vejandin..
Berfa sîpan
ji kelkela me þerm kir..
hinekî me bihna xwe vekir.
guvguva bilûra Siyamend
hestên me civand..
Sira bayê þevê
kevokek ji nêv hembêza me firand..!!
me xurtir hev hembêz kir
kevok bêtir firand..
me xwe kir yek..
hiþ û bîr li gel kevokê …
firand
firand
û firand.
14. 07. 1996
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (4540 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |