Ciwaniya Ciwaniya pêrgîbûnêRoja herdu hestpêrgî hev hatin.. Roja stêr li ber civanê me daketin.. Roja gilî û gazinên me vemirîn.. Roja ez û te ji cîhanê evîndar, birîndar û serxoþ derketin..!! Me ji hev hezkir û dil serketin. Bejna te li ramanên min þiva bîr û bîranînê naçare çikand… Givaþtina xwînê, dilê min pir êþand, hestan rê vekir, zimanan þop û þûn gerandin..!! Canan hev girtin. esmerbûna me hevdu ronîkir. Li ber te min xame kêþand û laþê te li mejiyê xwe tapo kir. Lêvên te tenikbûna evîniya me distirandin.. bi ahînan re hawareke serxoþ derbû. Dengê çiyê li ber guhê me zîz bû: "hoy felekê, xayinê te çire li me wa kir" guhdanê mestiya me sar nekir. Pehîna pezkovî awira me xwar nekir.. Me sînorê bilind payê xurt û asê kir. Stûrbûna lingê Pezkovî qaþilê tirsa me þikand. Bi mêranî tirsê serê xwe rakir, hingê keleþ û nijdevanan serê xwe li ber awazên me hejandin.. Geþt û seyranên dil vejandin.. Berfa sîpan ji kelkela me þerm kir.. hinekî me bihna xwe vekir. guvguva bilûra Siyamend hestên me civand.. Sira bayê þevê kevokek ji nêv hembêza me firand..!! me xurtir hev hembêz kir kevok bêtir firand.. me xwe kir yek.. hiþ û bîr li gel kevokê … firand firand û firand. 14. 07. 1996 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |