Jiyanê
Jiyanê Bela peyvên me di paşila hev de
Jiyanê bidin..
Bela Botav û Aring
li pirêza sawîran
ji cotkirina bîranînan
hil bikin...
Bela Pilingê keskesoran
li asoyê civînê bibezin
dilê te ê Xezal têkin tora hûrbîniyê
bikin Bet
da li ser ava mezin sobelaniya hêviyê bike..!!
Bibe qeyik
stranan li geliyê evîndaran li ser rûyê deryayan bibe periya Şahinşahiyê
pêlan bibire..!!
ew hêlîna geşbîniyê
sar û germ
ji min û te re bibe nivîn
ew guliyên kenê hûnandî
li bişirandina te bibin bîrbîn...
li hembêzê tu çêlîka dil bî
çiqas xwînê binoşî
hîzarê evînê
li zimanê hinguv bipêçî
çavên min
ji ser awirên te navekişin
li ser wan tîrêjan bûne kurk
û li bihna şevê
jînê bi wan re candarî hev dikin..
30. 04. 2005
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weşana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-02-04 (4395 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |