PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jiyanê





Jiyanê

Bela peyvên me di paþila hev de
Jiyanê bidin..
Bela Botav û Aring
li pirêza sawîran
ji cotkirina bîranînan
hil bikin...

Bela Pilingê keskesoran
li asoyê civînê bibezin
dilê te ê Xezal têkin tora hûrbîniyê
bikin Bet
da li ser ava mezin sobelaniya hêviyê bike..!!

Bibe qeyik
stranan li geliyê evîndaran li ser rûyê deryayan bibe periya Þahinþahiyê
pêlan bibire..!!
ew hêlîna geþbîniyê
sar û germ
ji min û te re bibe nivîn

ew guliyên kenê hûnandî
li biþirandina te bibin bîrbîn...
li hembêzê tu çêlîka dil bî
çiqas xwînê binoþî
hîzarê evînê
li zimanê hinguv bipêçî
çavên min
ji ser awirên te navekiþin
li ser wan tîrêjan bûne kurk
û li bihna þevê
jînê bi wan re candarî hev dikin..

30. 04. 2005


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg