Dûrî
Dûrî Ez dûr im û tu jî dûr î, hey Ronak dibêjim te were..
Dengê te li ber guhê min e
xweþ e,
Zîz û zelal e..!!
Rengê te li ber çavê min e,
mîna þeva sersal e...!!
Hey evîn
þekirê Þamê bi me tal e !!?
Ez dûr im û tu jî dûr î
me warê xwe berdaye...!!
Canê min bû êzing
dilê te bû agir
bi xwîna min re geriya
û rewanê te
di ûjdanê min de meya ye...!!
Pêlên evîna te
ez li ber çûm
wek Gawiran
ji gemiya Nûh dûr kirime..!!*
Hey Cûdî
li bextê te me
li kohê pêsîrên xwe
ji taloka yezdanan
min biparêze...!!
Min divê bi wê gerdenê þa bibim,
bi bêhna sosinên welatê xwe
þiyar bibim...!!
Min divê ji gewriya kaniya te
bi serbestî firek av vexum..!!
Dizanim
tu jî weke min î
nerîna te li mizgîniya
nama min î,
de were...
de were...
de were…
Va ez jî bi ber te de têm
kengî em ê bigihên hev?
kengî em ê bêriyên xwe
bikin berdêlî?*
Bi ken û girî
pîvanê biþikînin;
destê te bigirim
ne xewn be;
hêviya me pêk bê
ne guneh be...?
buhara me þîn bê,
miradê me bi cî bê,
bela pelê dûriyê bitemire...!!
Here û bê oxir
ji navbera dilên me
bifire û bifire...!!
17. 08. 2001
Nûh : pêximber, dema firtone li gelê wî rabû
Berdêlî : bi hev guhertin, bi hev dan
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4469 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |