DûrîDûrîEz dûr im û tu jî dûr î, hey Ronak dibêjim te were..Dengê te li ber guhê min e xweþ e, Zîz û zelal e..!! Rengê te li ber çavê min e, mîna þeva sersal e...!! Hey evîn þekirê Þamê bi me tal e !!? Ez dûr im û tu jî dûr î me warê xwe berdaye...!! Canê min bû êzing dilê te bû agir bi xwîna min re geriya û rewanê te di ûjdanê min de meya ye...!! Pêlên evîna te ez li ber çûm wek Gawiran ji gemiya Nûh dûr kirime..!!* Hey Cûdî li bextê te me li kohê pêsîrên xwe ji taloka yezdanan min biparêze...!! Min divê bi wê gerdenê þa bibim, bi bêhna sosinên welatê xwe þiyar bibim...!! Min divê ji gewriya kaniya te bi serbestî firek av vexum..!! Dizanim tu jî weke min î nerîna te li mizgîniya nama min î, de were... de were... de were… Va ez jî bi ber te de têm kengî em ê bigihên hev? kengî em ê bêriyên xwe bikin berdêlî?* Bi ken û girî pîvanê biþikînin; destê te bigirim ne xewn be; hêviya me pêk bê ne guneh be...? buhara me þîn bê, miradê me bi cî bê, bela pelê dûriyê bitemire...!! Here û bê oxir ji navbera dilên me bifire û bifire...!! 17. 08. 2001 Nûh : pêximber, dema firtone li gelê wî rabû Berdêlî : bi hev guhertin, bi hev dan Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |