Keça Kurd
Keça Kurd De were Keçê, heylê Keçê.
Bejana xweya zirav ji minra bixemilîne.
Wekê kezîyên xwayên reþ, ji minra bihune.
Herdu Çavên xwa, ji minra kil bike.
Biru û bijangê xwa, berz bike.
Wan Lêvên xwayê tenik, sor bike.
De were, esmera min, de were, xwînþrîn þirîna min.
Bira ez, serê sehera sibê, te bibînim.
Ku Roja min, bi dîtina te, geþ bibe.
Bi Roavara were, xatirê xwa, ji min bixwaze.
Ku te bibî, mêvanê xewna mina þirîn.
De were Keçê, heylê Keçê.
Ez, zanim, mala Bavê te, ne dure ji min.
De were, xwînþrîna min.
Bira Çavên min, li rêya te, neêþin.
Tu zani, dilê min, li ser teye.
Û Çavên min, li rêya teye.
De were bejin zirava min.
Bi dîtina te, þirîn dibe jîyan.
Bir dikim, penaberîya salan.
De were, ez ji tera, helbestekî bixunim.
Li ser Evînê, ji tera, bilorînim.
Suretekî li ser evînîya pîroz rêz bikim.
24. 07. 2006
Þengal Osman http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-24 (5125 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |