PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Keça Kurd



Keça Kurd

De were Keçê, heylê Keçê.
Bejana xweya zirav ji minra bixemilîne.
Wekê kezîyên xwayên reþ, ji minra bihune.
Herdu Çavên xwa, ji minra kil bike.
Biru û bijangê xwa, berz bike.
Wan Lêvên xwayê tenik, sor bike.
De were, esmera min, de were, xwînþrîn þirîna min.
Bira ez, serê sehera sibê, te bibînim.
Ku Roja min, bi dîtina te, geþ bibe.
Bi Roavara were, xatirê xwa, ji min bixwaze.
Ku te bibî, mêvanê xewna mina þirîn.
De were Keçê, heylê Keçê.
Ez, zanim, mala Bavê te, ne dure ji min.
De were, xwînþrîna min.
Bira Çavên min, li rêya te, neêþin.
Tu zani, dilê min, li ser teye.
Û Çavên min, li rêya teye.
De were bejin zirava min.
Bi dîtina te, þirîn dibe jîyan.
Bir dikim, penaberîya salan.
De were, ez ji tera, helbestekî bixunim.
Li ser Evînê, ji tera, bilorînim.
Suretekî li ser evînîya pîroz rêz bikim.

24. 07. 2006

Þengal Osman

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg