EZ
EZ ! Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eþq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlez
Eþqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez
Mûsa ji dest husna bi nûr þêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez
Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeþman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez
Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
Þubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez
Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez
Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez
Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sukran im ez
Serxoþ û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez
Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez
Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez
Soti me qet pêt û nar ne kuþtîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne nexweþê pir-jan im ez
Nexweþê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî kûþtiyê e'ynan im ez
Kuþtime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez
Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez
Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez
Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez
Tûleyê dergahê yar im þev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez
Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im
Hicreta Yûsuf dikêþim Ye'qûbê Ken'an im ez
Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez
Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e
Þafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez
Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez
'Aþiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez
Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez
Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez
Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna eþqe qûtî can im ez
Her kesê eþq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez
Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eþq û bazî bê mey û meyxan im ez
Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eþqan heye-hey tê serxweþ û sukran im ez
Serxoþê ava heyatê meclisa reqs û sematê
Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez
Ew meyê gerden dirêjan þîþe û wan bade rêjan
Min nema hiþ li nivêjan li deftera dînan im ez
"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eþqê û derda
Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez
Feqiyê Teyran
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (8319 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |