PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EZ





EZ !

Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ez
Min eþq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlez

Eþqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez

Mûsa ji dest husna bi nûr þêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez

Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeþman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez

Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran
Þubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê
Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez

Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke
Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez

Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sukran im ez

Serxoþ û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez

Soti me qet pêt û nar ne kuþtîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne nexweþê pir-jan im ez

Nexweþê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî kûþtiyê e'ynan im ez

Kuþtime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez

Tûleyê dergahê yar im þev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez

Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im
Hicreta Yûsuf dikêþim Ye'qûbê Ken'an im ez

Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e
Þafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez

Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

'Aþiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me
Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna eþqe qûtî can im ez

Her kesê eþq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit
Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez

Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eþq û bazî bê mey û meyxan im ez

Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eþqan heye-hey tê serxweþ û sukran im ez

Serxoþê ava heyatê meclisa reqs û sematê
Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez

Ew meyê gerden dirêjan þîþe û wan bade rêjan
Min nema hiþ li nivêjan li deftera dînan im ez

"Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eþqê û derda
Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez


Feqiyê Teyran



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !