DESTANA DÎROKÊ
DESTANA DÎROKÊ Ey Dîcle û Ferat
We çend caran dîrok
di navbera xwe de
Ji nû ve daye nivîsandin ?
We çend gel di axa xwe de mêvan kirine?
Wê çend hezar salan li ser axa Mezopotamyayê
Þer berdewam bike ?
Bes e êdî axê !
Mirovan tu bin ax dikî
Bi xwîna mirovan kulîlk têne avdan
Ey Axa Mezopotamyayê
xwediyê te kî ye ?
Gilgameþê xweþ mêr e, an Kawayê hesinkar e ?
De bêje heta kengî tu yê bêdeng bê ?
Kî nehêle li ser axa te þer çêbibe
Ew xwediyê te ye
Ez ê þer bikim ji bo ku þer biqede
Ez nahêlim ku tu xêrnexwaz
Li ser axa te bimînin
Ez ê aþîtiyeke seranseri ser axa te çêbikim
Ey Ferat, pêþî tu û Dîcle li hev werin
Paþê keziyê xwe yên avê
Berdin ser axa Mezopotamyayê
Ey dîlan,dîlan bigrin
Aþtiya av û axê çê bû
Aþtiya gur û miyê çêbû
Dijminatiya hezar salan xilas bû
Þerên di navbera evîndaran de bi dawî bûn
Aþîtiya mirov û mirovahiyê çêbû
Ey Mezopotamya...
Min xwediyê te dît, Xwediyê te aþîtiye…
AYDÝN ORAK http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (4619 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |